20 januari 2018

Tirkiyê tiştê anî serê Kobanê dixwaze bîne serê Efrînê jî


Erdogan bîstek berê fena kela feth kiribe, mizgîniya êrîşa Efrîna da gelê tirk.

Medyaya tirk jî bi lîrandin û bi çepikan ev mizgînîya Erdogan belav kirye, gotiye:

”Leşkerên OSO bi sîleh û bi cebilxanayên xwe derbasî Efrînê bûn.”

Lê heta nuha bi dîn û îman, bi Quran û bi sed telaqê bêfutû sond dixwarin, digotin li Tirkiyê kampên çeteyên OSO tuneye.

Û nuha jî wa ye bi kêfxweşî dibêjin çeteyên OSO derbasî Efrînê bûn.

Lê ev kêf û çavsorî ewê ji we ra nemîne…
Erdogan bîstek berê mizgîniya êrîşa Efrîna da gelê tirk. Ez merq dikim, ew kurdên li kêleka Erdogan li vê beyana Erdogan guhdarî kirin, ew kurdên her roj li kêlek Bînalî Yildirim û Çavuşoglu rûniştine û li heqaretên wan guhdarî dikin, gelo çi difikirn û çi his dikin?

Wek kurd gelo tiştekî his dikin ya jî hemû tamar û hisên wan yên namûsê kor bûne û wek faşîstên tirk ew jî kêfxweş dibin?

Kurdên hîn jî bi AKPê ra ne û dengê xwe nakin tu ferqa wan ji Bînalî Yildirim û Çavuşoglu tuneye..

XXX
Balafirên tirk Efrînê bombebarandikin !!!
Êdî dawiya gotinê hatiye...
Kî kane çi bike, ji destê kê çi tê ewê bike...

Hûnê bibînin yek filistînî jî, yek welatekî musilman jî ewê êrîşa Tirkiyê ser Efrînê protesto neke.

Yek filistînî û yek welatekî musilman ewê nebêje hûn çi kurdên mezlûm dixwazin?
Çimkî ne Tirkiye tenê, hemû musilman neyarên me ne !

Yılmaz Kutluk Papirusm rastîyek din heye brêz,em wek kevên gozel neyarê hev in .bila nebe nijadpetesti heta em destê hev negirin bê guman çi nistiman û oldarên misilmàn piştgrîya nadin me.
li min bibore mamo ,em neteveyek ehmeqin

Zinarê Xamo Rast e yekîtiya me tuneye, lê dijminatiya welatên misilman bi me ra ne ji ber vê ye, yekîtiya me hebe, tune ew dost û hevalên Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê ne û dijminên me ne.

Welatên misilman heta nuha tim bi çavê dijmin, bi çavê neyarên "umetê" li me nêrîne.

Di nava hemû misilmanan da tenê me neyarên xwe dibînin. Ji 63 welatên misilman yek welat jî naxwaze em azad bibin, yek welat jî ji Tirkiyê û Îranê ra nabêje zulmê li kurdan nekin.

XXX
Hudapar û misilmanên ji bo Qudsê bi sedhezaran daketin kuçe û kolanên Kurdistanê û gewrî li xwe qetandin, sibe ji bo Efrînê û kurdan jî ewê bimeşin, ewê vê êrîşa hovane protesto bikin, ya jî ewê piştgiriyê bidin êrîşkaran?

Bi şêla li hemberî vê êrîşê ser Efrînê ewê baş diyar bibe kî dost e, kî dijmin e û kî hevalê neyar e ?


XXX



Xwedêgiravî berdevkê Beşar Esed zirt dabû xwe gotibû heger balafirên tirk Efrînê bombaran bike, ewê li balafiran xin...

Çima lê naxin, wa ye balafir nava Efrînê bombebran dikin.
Çima Efrînê naparêzin?

Heger dengê xwe nekin maneya xwe ev êrîş bi dilê Sûriyê ye jî. Heger Rûsya û Emerîka dengê xwe nekin, maneya xwe wan destûr dane vê êrîşa Tirkiyê. Rûsya destûrê nede ne minkûn e Tirkye kanibe êrîş bike.
 
Ev ne îxaneta rûsan ya cara pêşî ye. Ev îxaneta wan ya sisiyan e. Di Şerê Cîhanê yê Yekem da bi Tevgera Azadî ra û bi Qazî Mihemed ra jî îxanet kirin Di serî da Rûsya û Amerîka hemû dewlet bênamûs û bêşeref in. Ji bo pera kanin gû jî bixwin Pûtîn merivekî namerd e!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE