28 februari 2018

Îro pir kêfxweş im ji ber ku kal û pensîoner im




Îro ez pir kêfxweş im ji bo ku pensîoner im, teqawit im,
di vê berf û tozanê da di rêyan da perîşan nebûme.
Heger hîn xort bûma,
ezê ji mecbûrî biçûyama kar
û di rêyan da bi saetan perşîan bibûma.

Lê şansê min heye kal im,
teqawit im
û ne mecbûr im ji malika xwe ya gerim derkevim
û di rêyan da ji sar û sermayê biqefilim.
Yanî îro di malika xwe ya germ da
kêf û zewqa teqawîdiyê derdixim. 


Geh çayê vidixwim, geh qahwê.
Geh bi xanimê ra sohbet dikim,
ji bo ku li  ”reîs” û xayinan çend nifiran bike,
çend xeberên xweş li hev ragire wê pîj dikim. 

Geh bi agahiyên xwe xanimê wek mozeka sor diazirînim,
geh diçim xwe didim ber kompîtorê û bîna xwe dertînim,
vir da û wê da viz dibim…
Îro pir kêfxweş im
ji ber ku pensioner im



Kesê paqij û baş be bi xeraban ra hevaltiyê nake


Gotineke xweş heye, ya kê ye zêde ne muhîm e, dibêje 
”ji min ra hevalê xwe bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.”

Maneya vê gotinê tu bi kê ra hevltiyê bikî, tu bi kê ra rabî û rûnî tu yê ji exlaq û qerekterê wî/wan hin hin tiştan bigrî û ewê jî ji yên te. 

Meriv bi kê ra rabe û rûne, bi kê ra bide û bistîne pir hindik meriv jê hin tiştan digre.
Ev sedîsed rast e. 

Ji xwe heger kêfa meriv ji exlaq û qerekter û jiyana wî kesî ra neyê meriv pê ra dostiyê û hevaltiyê nake.

Hin kurd bûne şêwirmendên serokwezîrê Tirkiyê. Di telewîzyonan da bûne berdevkên dewletê û hukûmeta AKPê. Bûne amîgoyên Erdogan.

Yanî bûne aqilmendên kesê dewleta tirk îdare dikin, him jî aqilmendên serokwezîr, merivê dewletê yê duyem.

Ma ji viya wêdetir meriv kane bibe zilamê dewletê?
Şêwirmendê serokwezîr !
Yanî bekçî û polîsekî dewletê ye, bûye aqilmendê serokwezîrê Tirkiyê. 

Yanî aqil dide serokwezîr û birêvebirên Tirkiyê, ewê Tirkiyê û Kurdistanê çawa îdare bikin û kurdan çawa bindest bihêlin?


Û hin kurdên xwedêgiravî  ”baş” û ”welatparêz”  jî bi van kesên şêwirmendên serokwezîr in, bi wezîr û broqratên dewletê ra, bi cahşên dewletê ra hevaltiyê dikin, di telewîzyonan da bi hev ra programan çê dikin, bi hev ra kêf û laqirdiyan dikin.

Û dema ez şêwirmendên serokwezîr, cahş û xayinan û yên bi wan ra hevltiyê û teşrîkî mesaî dikin, yên bi wan ra radibin û rûdinin rexne dikim, hin dost û heval gazanin ji min dikin, dibêjin gereke meriv şêwirmendên serokwezîr, cahş û xayinan û kesên bi wan ra hevaltiyê dikin wek hev negire, ji hev cuda bike. 


Dibêjin rast e, yên bûne şêwirmendên serokwezîr û berdevkên dewletê û hukûemtê cahş û xayin in, lê yên bi wan ra hevaltiyê dikin, bi wan ra programên telewîzyonan çê dikin merivên baş in, dibê meriv herdu seriyan wek hev negire.


Weleh ez wisa nafikirim, herdu serî jî bûne zilam û polîsên dewletê. Lê yek rola polîsê xerab û yek jî rola polîsê baş dilîze. 


Merivê baş û bi rastî welatparêz bi şêwirmendên serokwezîrê Tirkiyê ra, bi çahş û xayinên qewmê xew ra hevaltiyê nake, heger bike maneya xwe ew ciyê wan, kirinên wan şaş nabîne, ew jî yekî ji wan e.

Azadî gelkî nêzîk bûye


Ez zanim, ez his dikim, 
bi belavkirina van xeberên ne xweş,
hemû mişt jan û êş
ez pê gelek kesan xemgîn dikim,
hinek qahr û êşên din li barê wan dikim serbar
hin derd û kulên din
li keser û birînên dilê wan zêde dikim.

Lê ez çi bikim,
di nava xerabeyên bajaran da,
di nava termên li erdê da,
li ber dîmenên gund û bajarên wêran
ez nikanim qala tiştên xweş,
qala kêf û henekên dilgeş bikim

Li welatê min çi diqewime
rastî çi ye ez wê dibêjim.
Ez derewan nakim,
buhtanan li kesî nakim
tirk çi zilmê li me dikin
ez wê neqil dikim
dibê her kes bibîne ez ne kurtêlxurim,
ez ne kûçikê li ber deriyê neyar im
ne xayinê qewmê xwe me
dilê min dişewite
lê ji destê min ev tê
darê min hew di xênî hil tê

Êşa bindestiyê
hiskirina zulmê û neheqiyê
tiştekî wiha ye meriv nikane ji xwe dûr bixe
dibe qîr û bi ruhê meriv va dizeliqe
”êş mîna perwaneyekêye,
tenê ferqeke wê heye,
meriv nagre û nebe dereke din,
viz dibe û ha viz dibe.”


Lê tu zulm ne bêdawî ye
zû dereng dawiya wê jî heye
azadî îro dûr xuya be jî
ev ne rast e
di rastiyê da ew gelkî nêzîk bûye

27 februari 2018


Wey mala Xwedê ava be, Tirkiyê NOTA daye Çekyayê !
Ji ber ku mahkima Çekyayê guh nedaye daxwaz û emrê reîs û Salih Muslim teslîmî Tirkiyê nekiriye, reîs pir aciz bûye û lema jî Tirkiyê NOTA daye Çekayayê...

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu gotiye, ”Me NOTA da Çekyayê. Salih Muslim here welatekî din jî emê wî rehet nehêlin. Birayarên mahkimeyan hene, bultena sor jî heye.!”

Îcar mahkime?
Îcar bultena sor?
Bi Xwedê yek welatê Ewrûpa jî mahkime û bultenên we yên sor jî û hişin jî cidî nagre. 

Li Ewrûpayê êdî tu kes Tirkiye wek dewleteke cidî, demokratîk û huqûqnas nabîne. 

Mesela li Swêd gava navê Tirkiyê tê gotin swêdî mirûzê xwe tirş dikin. Tirkiye welatekî ji Îranê, ji Rûsyayê sed qatî xerabtir tê dîtin. 

Tirkiye wek welatê faşîzimê, nazîzimê, wek welatê neyarê Ewrûpayê û cîhana xiristiyan tê qebûl kirin.

Tirk wek miletekî nemedenî, irqç, di dereceya faşîzmê da nasyonalîst û agresîv tê dîtin.

Welatê her roj însan jê birevin Ewrûpayê dîktatorî û faşîzim lê heye. Ewrûpî viya dibînin. Medyaya sosyal heye, dinya biçûk bûye, her beyana Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê di eynî deqê da li seranserê dinyayê belav dibe û xelk dibîne.

Lema jî ne biyarên mahkimeyên tirk û ne jî îdîayên Tirkiyê di heqê xelkê da kes cidî nabîne.


XXX

 Pêşniyarên çend tirkan ji bo Efrînê û ji bo jenosîda kurdan

”Amerîkayê çawa li Reqayê xist dibê em jî wer li Efrînê xin. Rûsyayê çawa li Idlibê xist, dibê em jî wer li Efrînê xin. Fransayê çawa li Daîşê xist, dibê em jî wer li Efrînê xin. Ne zêde, ne kêm. Amerîka, Fransa, Rûsya di mesela siwîlan da çiqasî hesas in,dibê em jî hewqasî hesas bin.
Omer Turan”

”Xortên me kurdek li ku derê girtin dibê şerjê bikin. Dibê xwîna Firat Çakiroglu li erdê nemîne.
Em ne mecbûr in bi kurdan ra bijîn. Dibê em hemû kurdan bi usûla Newala Agiriyê bikujin. Rêyeke din tuneye.
Erîm Ugurlu
Serokê komela gurên boz yê Amstardamê”

”Piştî Efrîn paqij bû, dibê kantona Tirkmen were îlankirin. Dema Sûriya bû dewleteke federe, dibê dewleta tirkmen ya federe were îlankirin.
Prof. Dr. Pelîn Gundeş”


Piştî vê serketinê di vê berf û bagerê da min meş jî û fîncanek qahwa tahl jî heq kir



Piştî vê xebera xêrê û têkçûna Tirkiyê, di vê berf û bagerê da min him sat û nîvek meş û him jî fîncanek qahweya tahl heq kir…

Stockholm di bin berfê da maye.
Derve 12 derece(-12 °C) di binê sifirê da sar e,  berf û bager e, meriv di ber bê dihere û serma ruyê meriv wek cilêtê dibire.

Lê ji qerez û qiyaşa dijminên namemerd û xayinan ra piştî bihîstina xebere berdana Salih Muslim ez derketim derve û tam saet û nîvekê bi tena serê xwe meşiyam.

Saet piştî 11.00 tam min dikira kompîtor vekira û bala xwe bida xeberên li ser Salih Muslim, Wîldan Tanrikulu telefon kir, xebera xêrê da min, got diyar e te hîn nebihîstiye, lê Salih Muslim berdan…

Min got ewê berdin.
Min zanîbû nikanin di ser bilikê neviyê min ra baz din.
Min zanîbû ewê li Pragê jî rezîl bibin û tenê namerdî û xerabîya wan, ji wan ra  kar bimîne.


Piştî min xeber di malpera T24 da xwend, min tiştekî kin nivîsî, di twîttê û Faca xwe da belav kir û min xwe baş jidand û ez derketim derve.

Xanimê cesaret nekir bi min ra derkeve, got pir sar e, bager e, emê di ber hê herin.

Min guh nedayê, min got piştî vê xebera xêrê û rezîlbûna Tirkiyê, dibê ez derkevim derve û bîstekê bîna xwe bigrim.

Berê min berfa ber derî û hewşê avêt û dû ra jî min xwe lê qeliband û çûm…


Nuh hatim. Min qahwa xwe da ser û dest bi vê nivîsê kir. Wa ye qahwe hazir e. Nuha ez û xanim emê bi kêf qahwa xwe vexwin. Ev qahwa min ya swêdî ye.

Qahma min a kurdî, ya Salihê Kevirbirî ji min ra anîbû, do ne pêr qediya, dibê ez herim bajêr bikirim. Belkî sibe herim. Ezê îcar li qahwa kizwana jî bigerim, heger hebe ezê wê jî bikirim. Ez ji qahwa kizawana hez dikim…

Berdana Salih Muslim hemû kurd û doekyayêstên kurdan kêfxweş kir, lê belê Salih Muslim bi destê kelemçekirî birina mahkimê ewê wek rûreşiyeke Çekyayê bimîne.




Salih Muslim hat berdan û xerabiya tirkan ma ji wan ra. Kêfa gelek namerdan û xayinên jî di dilê wan da qurçimî...
Tirkiye careke din rezîl bû, li Pragê jî li hemberî kurdan têk çû û xerabiya wan ji wan ra ma.
Mahkima Çekyayê Salih Musli berda!
Kurd ewê vê qeleşî û namerdiya wan tu carî ji bîr nekin.
Li Efrînê jî ewê têk biçin..


Heger em bixwazin siwîlan bikujin emê ji Cîhangîrê, ji Nîşantaşiyê, ji meclîsê dest pê bikin



Spîkerê telewîzyona Akîtê Ahmet Keser:
"Heger em bixwazin siwîlan bikujin ne heceye em herin Efrînê, emê ji Cîhangîrê, ji Nîşantaşiyê, ji Etîlerê, ji Meclîsa Tirkiyê dest pê bikin. Li van deran gelek xayin hene.Ne wisa? "
Dewleta tirk tiştê di 6-7ê îlona 155a da anî serê rûman dixwaze bîne serê kurdan jî.

Spîkerê TVya Akîtê Ahmet Keser di programa ”Roj Dest Pê Dike” da ya di lê xwe û ya dilê ji sedî 99, 9ê tirkan daye der û bi hêrs gotiye:

”îdîayên leşkerên tirk li Efrînê siwîlan dikuje ne rast e. Heger em bixwazin siwîlan bikujin ne heceye em herin Efrînê, emê ji Cîhangîrê, ji Nîşantaşiyê, ji Etîlerê, ji Meclîsa Tirkiyê dest pê bikin. Li van deran gelek xayin hene. Ne hewce ye em herin Efrînê. Ne wisa?…”

Bêsebriyê meke, ew roj jî ewê were û hûnê kurdan li wir jî bikujin. Di vî warî da Tirkiye xwedî tecrûbeye.

Di 6-7ê îlona 1955a da, di nava du rojan da we Stenbol ji rûman vala kir.

Di sala 1964a da jî we eynî tişt kir. Bi ”fermana 20 dolar û 20 kîlo”, yanî 20 dolar û 20 kg. tiştê xwe bigre û Stenbol terk bike, we bi hezaran rûm ji Stenbolê derxistin û we dest da ser nal û milkên wan.

Berî wê, bi qetlîama ermeniyan we eynî tiş anî serê ermenîyan jî. We 1,5 ermenî û hewqasî kurd qetil kir û da kuştin.

Nuha jî dor hatiye kurdan. Projeke dewletê ji bo kurdan jî heye. Qet şika min tuneye, tirkan tiştê di 6-7ê îlona 1955a da anîn serê rûm, ermenî û yahûdiyan, ewê bîne serê kurdên metropolan jî. Ji xwe çend caran li hin bajaran provayên vê yekê bûne.


Erdogan, do li Meraşê keçikeke 6 salî, kincên komandoyan lê, derxist sahnê. Keçikê ji tirsa dest bi girî kir. Li ser vê Erdogan got:

”Va ye bordo berelîyên me(yanî leşkerên bi kincên belek) jî hene. Lê belê bordo berlî nagirîn. Ala tirk jî di bêrîka wê da ye. Dema şehîd bikeve, înşelah ewê alê jî bigrin ser. Her tişt hazir e. Ne wisa?”





Ji bo girtina Efrînê Erdogan serferberî îlan kiriye. Erdogan di fermana xwe da gotiye kesê emrê seferberiyê girtiye dibê hazir be here şer.
Erdogan di axaftina xwe da gotiye:
”Gava me biryara çûna Efrînê girt, berê ez û dû ra jî miletê min, emê hemû bi hev ra bimeşin cephê. Nuha em kadirên xwe yên perwerdekirî dişînin. Kesên emrê seferê girtine dibê hazir bin. Nuha hewcedarî tuneye. Roja biryar hat dayin emê di rêyan da bibin rewan…”

Di dema seferberiyê dewletê dest deyne ser otomobîlên xelkê û wan jî bide bin emrê artêşê.

26 februari 2018

Îran û Tirkiye di gelek waran da li hev nakin, lê li hemberî kurdan bi hev ra dixebitin



Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Berhem Qasimî gotiye, Îran û Tirkiye di gelek waran da li hev nakin, weka hev nafikirn, lê dîsa jî bi hev ra dixebitin.

Yanî Îran û Tirkiye hemû dijayetiyên nabêna xwe didin aliyekî û li hemberî kurdan bi hev a dixebitin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Berhem Qasimî, li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê wiha gotiye:

"Li ser Sûriyeyê em bi Tirkiyeyê ra her tim di nava têkiliyê da ne. Di hinek mijaran da em li hev dikin, di hinek mijaran da jî em li hev nakin. Lê ya girîng ew e ku em bi hevdu ra dixebitin."


Hûn dibînin dijminên me çi xenzîr in ?
Li ser gelek meselan di nabêna wan da dijayetî heye, lê di mesela kurd da, di dijmnatî û xebata li dijî kurdan da dijayetî tuneye. Di vî warî da hemfikirin û lema jî hemû nakokiyên xwe nabêna xwe didin aliyekî û li hemberî kurdan bi hev ra dixebitin.

Li gel hemû dijayetiyên nabêna xwe bi hev ra li dijî kurdan dixebitin, bi hev ra gorra kurdan dikolin.

Lê partiyên me ji bo ku bi hev ra bixebitin, bi hev ra xwe ji êrîşên neyarên xwe biparêzin gerek sedîsed li hev bikin û ew jî qet ne mimkûn e. Lema jî tu carî li hev nakin, lema jî di nabêna wan da hevakrî  û yekîtî çênabe û bindest dimînin...



Tirkiye Înterpolê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tîne



Radyoya Swêd beşê kurdî li ser Înterpêlê programeke pir hêja çêkiriye. Program bi zimanê swêdî jî heye.

Di salên 1980î da ez jî du caran, cara pêşî di sala 1981ê da li Swêd û cara din jî di sala 1987a da li Almanyayê ji alî Înterpolê ve hatim girtin û her carekê çend hefteyan girtî mam.

Yanî zulm û neheqîya Înterpol bi destê Tirkiyê nuha li Salih Muslim dike, du caran li min jî kir.

Înterpol û nêçîra dijberên siyasî

XXX
Bindestiya kurdan, azadnebûna kurdan ne ji ber xurtiya  dijminên wan e tenê ye,
ji ber bêdengmayina hin kurda ye,
ji ber hevkariya hin kurdan ya bi dijmin ra ye,
ji ber îxaneta hin kurdan ya bi qewmê xwe ra ye.
Bi qasî dijmin,
ew jî nahêlin kurd bi ser kevin
bi qasî dijmin,
ew jî nahalên kurd ji vî halê rezîl
û kûçikanîyê xelas bin.

XXX



Guh nedin vir û propaganda medyaya tirk û berpisiyarên hukûmetê. Çekya Salih Muslim teslîmî Tirkiyê nake, tiştekî wiha ne mimkûn e. 

Tu welatekî Ewrûpa nikane tiştekî wiha bike.
Hukûmet jî viya zane, lê ji bo tirkên cahil, kêmaqil û faşîst bixapînin hestên wan yên irqçî û antî kurd gurr dikin.

XXX

Bi ya min êdî ne hewceye meriv ji zulma Tirkiye li kurdan dike numûneyan bide. Her tişt li ber çava ye. Li hemberî vê zulmê, vê dewletê, vî welatî çi ji destê kê tê dibê bike. Ya muhîm xebat e, micadele û liberxwedan e.

Ya din dibê meriv ji kurdên AKPê ra jî, ji kurdên piştgiriyê didin vê teror û zulma Tirkiyê ya li hemberî Efrînê û kurdan, êdî bibêje cahş û xayin. hevaltiya bi van xayinan ra şirîkatiya sûcê wan e, xweşdîtina îxaneta wan e.
Ev xayin Daîş û OSO ya kurd in, çeteyên Tirkiyê ne....

Tirkiye dixwaze kurdan ji Efrînê derxe û 350 hezar ereb li wir bicî bike



Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim gotiye:

“Piştî paqijkirina Efrînê ewê 350 hezar erebên Sûriyê bibin li Efrînê bi cî bikin.”

Ev beyan îlankirina biryara jenosîdê ye.
Eynî tişt anîn serê ermenî û rûman jî. Ermenî û rûm ji gund û bajarên wan derxistin û tirk xistin malên wan. Wa ye plana wan ya ji bo Efrînê jî ev e.

Lê ne Efrîn tenê ye. Piştî Efrînê ewê li Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Qamîşlo, yanî li hemû Kurdistana Rojava eynî tiştî bikin. 

Wa ye nêt û hedefa wan ev e.
Ê ev jenosîd e.

Mêrik eşkere dibêje emê Kurdistanê ji kurdan paqij bikin û ereban lê bi cî bikin.
Û kurdên hîn jî piştgiriyê didin vê hukûmetê hene.



Heta kurd wiha bindest bin, nebin xwedî dewlet tirk ji irçîtiyê, ji îdeolojiya faşîzmê û nazîzmê xelas nabin.

Tirk li herêmê ewê tim wek kerîyek gurên har bin û ewê zirarê bidin hemû welat û miletên dora xwe. 

Wê rojê kurdekî gotibû ”dibê em xwe nexapînin, ji %95ê tirkan irkçî ne.”

Edîp Yuksel îtîraz kiribû, gotibû ”na, tu mubalaxe dikî. Întîba min ji medyaya sosyal girtiye cihê ye. Jimara kesên har li dora ji %80-85 e.”

Bi baweriya min herdu texmîn jî şaş in, jimara tirkên har, irqçî, faşîst ji %99, 9 e.

Ez viya tim dibêjim.
Em tirkên siyasî, faşîst bidin alîyekî, hema tenê bala xwe bidin tirkê normal, yên ji siyasetê û filan bîvan bêhay. Di nava wan da jî yek tirkê bibêje bira kurd jî bigihîjin azadiya xwe, bira ew jî bibin xwedî dewlet, bira Kurdistan çê be tuneye.

Her tirkê nezan, gundî, karkir, feqîr, ji ji siyasetê bêhay jî otomatîkman neyarê kurda ye. 

Propaganda dînî, panturkîst û antî kurd ji %99,9ê tirkan bi îdeolojiya irqçîtiyê, faşîzmê serxweş kiriye.

Lema jî heta kurdên Kurdistana Bakur azad nebin, heta Kurdistan çê nebe tirk dev ji harîtiyê, irqçîtiyê û faşîzmê bernadin, nabin merivên medenî û normal.


Bira Erdogan bibe meraşal
Ji ber ku kurd miletekî bêkes e, ji ber ku çavê wan kurdan dibire, miletê tirk bi qiç û pîlan ve, bi mele, muezîn û muftîyan ve, bi artîst û sinetkaran va wek bergîrîn henşerî rabûna pêdarê û dixwazin herin Efrînê kurdan bikujin.

Hinekan erzûhal dane meclîsê gotine "bira Erdogn bibe meraşal û serfermandar."

Erdogan jî kincên leşkerî li xwe kiriye û li ber xerîtê fîyaqe dike.

Bi kurtî di nava tirkan da kesên dixwazin bibin celadê kurdan pir in, bi milyona ne.

Ji şansê me yê xerab ra miletên herî hov û har, herî dirinde, herî ji medenîyet û însanîyetê bêpar bûn dijminên me .

XXX
Înterpol çima merivên Fetulah Gulen nagre ?
Ji ber em kurd miletekî bêkes in Çekiya jî, Înterpol jî zulmê li me dike.

Tirkiyê ne navê Salih Muslim tenê, navê bi sedan merivên Gulen dane Înterpolê, dixwaze Înterpol wan teslîmî Tirkiyê bike.

Lê Înterpolê heta nuha yek merivekî Gulen jî negirtiye.
Lê Salih Muslim digre, çimkî kurd e.



25 februari 2018

Tirkiyê Înterpol jî bera ser pişta kurdan daye


Tirkiyê bi rêya Înterpolê Salih Muslim li Pragê da girtin. Tirkiye sibe ewê eynî tiştî bîne serê Mesûd Barzanî, Kosret Resûl, Mele Bextîyar, Mustefa Hîcrî, Abdulah Muhtedî û her kurdê welatparêz

Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê Salih Muslim li ser daxwaza Tirkiyê li paytexta Çekyayê li Pragê hat girtin.

Dibê hemû kurd, hemû partiyên kurdan rabin ser nigan û Çekiyenê bi şîdet şermezar bikin! 

Dibê Salih Muslim teslîmî Tirkiyê nebe, gerek kurd nehêlin !
Tirkiyê çend roj berê navê Salih Muslim dabû Înterpolê.

Tirkiye ev 38 bi Înterpolê kurdên ji Tirkiyê ji ber zulmê reviyane li Ewrûpayê terorîze dike.

Lê îcar wa ye destê xwe dirêjî kurdên ne hemwelatiyên xwe jî kir. Êdî rehetiyê nade kurdên hemwelatiyên welatên din jî.

Tirkiye ji Salih Muslim pir aciz e, dixwaze ji ber xwe da bixîne, cî lê teng bike, nehêle serbest hereket bike. Çimkî Salih Muslim li Ewrûpayê dîplomasîyeke pir baş û serketî dimeşîne. Tirkiye ji ê yekê pir nerehet e, lema jî dixwaze çavê Salih Muslim bitirsîne.

Ev yek terorîzekirina kurda ye, yasaxkirina dinyayê li her kurdê welatparêz û azadîxwaz e.

Tirkiye sibe kane bi eynî tohmetê Mesûd Barzanî jî bide girtin û ewê bikin jî. Lê nuha dor nehatiye wî û yên wek wî.

Çimkî her kurdê welatparêz, her siyasetmedrê kurd û muxalifê hukûmeta AKpê di hedefa rejîmê da ye. Her kesê piştgiriyê nede êrîş û terora wan terorîst û piştgirê terorê ye.

INTERPOL, bi girtina Salih Muslim bûye şirîkê zulm û terora vê rejîma faşîst. Dibê hemû kurdên Ewrûpayê û dostên wan bi şîdet vê zulma Înterpolê û Çekyayê protesto bikin.

Tirkiyeya Salih Muslimê hemwelatiyê welatekî din wiha terorîze bike, sibe ewê eynî tiştî bîne serê hemû serok û siyasetmedarên kurd û her kurdê walatparêz û azadîxwaz jî.

Ez Çekyayê û Înterpola bûye aleta Tirkiyê û rêxistineke terorîzekirina kurdan bi şîdet protesto dikim.

XXX

Dibê huqûqnas û abûqatên kurd di zûtirîn demê da werin ba hev û li hemberî vê terora Tirkiyê ya Înterpolê tiştekî bikin,  li mafê kurdan bigerin.


Polîs û leşkerên tirk ne bes bû, Tirkiyê(yanî Erdogan-Bahçelî)Înterpol yanî polîsên hemû welatên dinyayê jî bera ser pişta me dane.

Tirkyê ji xwe ra rêyeke pir rehet dîtiye, kesên ji ber wan direvin, heta kurdên welatên din jî bi rêya Înterpolê dide girtin. 

Hemwelatiyên wan bin, ne hemwelatiyên wan bin li gorî dilê xwe lîsteyeke kurdan çê dikin û didin Înterpolê û dibêje van bigrin û teslîmî min bikin.

Û Înterpol jî dibêje ser ser seran û ser çavan û derdikeve nêçîra kurdan.

Tirkiyê bi vê rêyê du caran ez jî dam girtin, carê li Swêd û carê jî li Almanyayê.  

Dibê dewltek bi viran, hewqas bi rehetî nikanibe Înterpolê ji bo armancên xwe yên siyasî, ji bo terorîzekirina mixalifên xwe bi kar bîne. 

Dibê dewletek hewqasî  bi rehet nikanibe  însanên bê sûc bide girtin û vî ezabî bi wan bide kişandin.

Dibê di vî warî da qanûnek navnetewî hebe, mafê însan hebe, dibê însanên bêsûc hewqasî jî ne bêçare û bêmaf bin.
Dibê Înterpol hewqas bi rehetî nikanibe însanan bigre û ji azadiya wan mahrûm bihêle.

Li Ewrûpayê bi sedan huqûqnas û abûqatên kurd hene, bi sedan huqûqnasên dostên kurdn hene. Dibê abûqat û huqûqnasên kurd tavilê bicivin û tiştekî bikin. Ez nizanim di warê huqûqî da meriv kane çi bike. Lê dibê hewqasî ne berdan brdan be û  Tirkiye çi bibêje Înterpol jî tavilê wer bike.

Dibê partî û hêzên kurd û huqûnasên kurd yên li Ewrûpayê li hev kom bin û hin gavan bavêjin, serî li hin dezgehên navnetewî bidin. Li vê terora Înterpolê gilî bikin.

Hedefa Tirkiyê dagirkirina hemû Kurdistana Rojava ye

Erdogan hedefa xwe qet venaşêre, dibêje piştî Efrînê ewê Minbicê û dû ra Kobanê û hemû Kurdistana Rojava dagir bikin. 

Yanî nêt dagirkerî ye. Û ji xwe li herêma El Bab, Ezaz û Cerablûsê qismek be jî kirine. Lema Bahçelî g ewê ala tirk li Efrînê hildin.

Li herêmên dagir kirine bi demografiya herêmê dilîzin. Li gorî medya tirk nivîsî, qaymeqam, polîs, tayinkirina mamûran û heta bigihîje postexaneyê jî vekirne. Dixwazin bi dagirkirina Efrînê Îdlibê û Cerablûsê û Bab û Ezazê bigihînin hev.

Medya tirk, faşîst û îslamîstên tirk wek kûçikên birçî her roj di telewîzyonan da tahma devê xwe xweş dikin û li ser xerîteyan bajar û herêmên ewê bigrin minaqaşe dikin, nîşanî hev didin.

Mesela kurd êdî ji meseleyeke yeko yeko dewletan derketiye û bûye meseleyeke navnetewî. Qedera kurdên herçar perçên Kurdistanê bûye yek û bi hev ve hatiye girêdan.

Dibê partiyên herçar perçên Kurdistanê êdî dev ji taktîk û siyaseta yekperçeyî berdin û bi hev ra hereket bikin. Em îşê xwe ji perçên din neynin jî dijmin dev ji me benade. Tirkiye tu carî anbêje îşê min bi kurdên Îraqê û Sûriyê tuneye, wek kurdên xwe dibîne û êrîşî wan dike.

Lema jî Tirkiye bi bindestiya kurdên xwe tenê nayê serî, êrîşî kurdên din jî dike. Do referandûm û Kekûk bû, îro Efrîn û Kurdistana Rojava ye.

Gerek kurdên herçar perçên Kurdistanê acîlen li hev kom bibin û stratejîyeke netewî ya mişterek tspît bikin.

Kurdên, partiyên beşên din li hemberî êrîşên Tirkiyê ser Efrînê, li hemberî girtina Salih Muslim dibê bêdeng nemînin, dibê reaksiyoneke mişterek nîşan bidin. Îro Salih Muslim e, sibe Mesûd Barzanî û Mistefa Hîcrî ye.


XXX

Do li Diyarbekrê ji alî Merkeza Lêkolînên Civakî ya Dîceleyê (MLCD/DÎTAM) li ser mesela kurd civîneke pir mezin çê bû.

Gelek siyasetmedar û akademîsyenên kurd û tirk beşdar bûn û li ser rewşa nuha û çareseriya kurd û Kurdistanê fikrên xwe gotin.

Li ser navê civînê ewê raporek pêşkêşî hukûmetê were kirin.
Bi baweriya min nuha di rojeva koalîsyona tirk-îslam û faşîst da enê tiştek heye, ew jî li her sê perçên Kurdistanê şerê kurda ye, dagirkirina hin herêm û bajarên Kurdistnaê ye, tunekirina kurda ye. 

Diyaloga bi kurdan ra, çareserkirina mesela kurd, rawestandina şer flan di rojeva vê koaîsyona panturkîst û faşîst da tuneye.

Vê koalîsyona panturkîst-faşîst li hemberî kurdên Kurdistana bakur, rojhilat û başûr haziriya şerekî dûr û dirêj kiriye. Dibê em viya bibînin û li gorî wê xwe amade bikin

Gelşên nabêna YNKê kûrtir dibin


Gelş û aloziyên nava YNKê kûrtir û xerabtir dibin. Piştî nameya xanima Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl bersîvek tund daye û gotiye ”we bê haya YNKê, bi dizî rêkeftin kir û YNK jî neçarî xeletiyên xwe yên siyasî, hizbî û neteweyî kir.”

Berê Hêro Îbrahîm Ehmed nameyek ji Kosret Resûl ra şandibû û hin rexne li Kosret Resûl girtibû.

Nuha jî Kosret Resûl bersîv daye Hêro Îbrahîm Ehmed.
Him nameya Hêro Îbrahîm Ehmed û him jî bersîva Kosret Resûl nîşan didin parastina yekîtiya YNKê ne mimkûn e û belkî jî nikanibin kongre jî çêkin. 

Û heger kongre çê bibe jî bi îhtîmaleke mezin ewê bibe kongreyeke perçebûna YNKê. Bi qasî xuya dike gelşên nabêna aliyan ne gelşên wiha ne ku kanibin li ser li hev bikin ya jî çareser bikin.

Min berê jî nivîsî, bi baweriya min piştî îxaneta 16ê cotmehê ya firotina Kerkûkê êdî ne mimkûn e YNK wek berê bimîne. Îhtîmaleke wiha pir û pir zeîf e.

Çimkî YNK ya dibê îxaneta Kerkûkê biparêze ya jî mahkûm bike. Rêya sêyem tuneye.

Biparêze jî ewê perçe bibe û mahkûm bike jî ewê perçe bibe.
Ji ber ku di nava YNKê da yên  îxaneta 16ê cotmehê diparêzin jî hene û yên mahkûm dikin û dibêjin ev îxanet jî hene.


Îcar di nava YNKê da, di kongreyê da kîjan bask, kîjan alî bi ser keve, aliyê din ewê veqete. Û wek qet tiştek nebûbe lihevkirina wan jî ne mimkûn e. Bi îxaneta 16ê cotmehê Kerkûk û Xurmato jî di nav da, ji sedî 40ê axa Kurdistanê bêyî şer teslîmî Bexdayê kirin. 

Bi dehhezaran kurd ji Kerkûkê, ji Xurmato û ji gelek deverên ji alî Heştî Şabî û leşkerên Îraqê ve hatin dagirkirin koçber bûn.

Yanî him îxaneta 16ê cotmehê bi xwe û him jî netîceyên bi xwe ra anîn pir giran û pir mezin in. Nabe hesabê wê neyê pirsîn.

Lê hêvî dikim YNK kanibe kesên xiyanet kirine ji nava xwe bavêje û bi piranî yekîtiya xwe biparêze.

Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî nas nake



Tirkiye dibêje agirbest ne ji bo seranserê Sûriyê ye, Efrîn ne di nav da ye, tenê ji bo Gutayê û hin herêmên din e. Û bi vê îdîayê biryara Encumena Eşaîşa Neteweyên Yekbûyî nas nake û êrîşên xwe didomîne.

Lê balyozê Rûsyayê yê Encumena Eşaîa Netewên Yekbûyî Vasily Nebenzya ji Rûdawê ra gotiye:

”Biryara agirbesta Sûriyê tevahiya welat digre nava xwe. Me gotiye agirbest hemû Sûriyê vedigre, ne tenê ji bo Gutaya Rojhilat e. Hemû hêzên li qadê digre nava xwe. Divê em piştrast bin agirbest tê cîbicîkirin.”

XXX
Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo seranserê Sûriyê biryara rawestandina şer girt.

Encûmena Asayîşa Navdewletî bi yekdengî pêşniyazbiryara ragihandina agirbestê li seranserê Sûriyê qebûl kir.

Di biryarê da tê gotin:

“Pêwîst e tavilê agirbest were ragihandin û hemû alî vê yekê qebûl bikin.”

Di biryarê da tê gotin ”ji bo ku alîkarî li seranserê Sûriyê di nava ewlehiyê da were kirin û nexweş û birîndarên giran werin texlîyekirin agirbesteke ji bo 30 rojan hat qebûl kirin.”

Pêşniyar ji alî Swêd û Kuwêtê va hatibû amadekirin û bi yekdengî qebûl bû.

Li gorî vê biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî dibê Tirkiye jî êrîşên xwe yên ser Efrînê tavilê rawestîne.

Tirkiyê heta nuha li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya
Neteweyên Yekbûyî tiştek negotiye.


24 februari 2018

Em miletekî bêdost û bêkes in


Li vê dinyayê miletê halê wî pir xerab, herî bêkes û bêpişt qereçî (roman, mitrib, cîngene )ne. 

Çimkî qereçî jî wek me kurdan miletekî bêdewlet e.
Lê halê kurdan ji yên qereçiyan sed qatî xerabtir e, zulma tirk, faris û ereb li kurdan dikin,  ji zulma li qereçiyan dibe zêdetir e, ne kêmtir e.

Yê me kurdan çar dewletên xwînxwar û faşîst li me hatine hev û bi hev ra pê li serê me dikin.

Kîjan dewletê tiştê îro Tirkiye li Efrînê tîne serê kurdan, li welatekî din bianiya serê qereçiyan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewrûpayê (YE)nuha qiyamet rakiribûn.

Ev 36 roj in Tirkiye bi wê artêşa xwe ya mezin, bi balafirên xwe yên şer, bi tank û topên herî modern û bi hezaran terorîstên Daîşê û Nusrayê va agir bi ser serê gelê Efrînê da dibarînin.

Lê heta nuha Netewyên Yekbûyî  ne Tirkiye protesto kiriye û ne jî tu biryarek li dijî Tirkiyê giriye.

Heger kîjan dewletê eynî tişt bianiya serê qereçiyan, NY ewê wiha bêdeng nema, dinyayê ewê wiha lê temaşe nekira.

Ji ber ku  yên tên kuştin kurd in, lema jî kes dengê xwe nake, lema jî her kes li zulm û terora Tirkiyê temaşe dike.

Çimkî em miletekî bêdost û bêkes in, ev yek cesaretê dide Tirkiyê û lema jî  Tirkiye diwêre welatê me, gund û bajarên me wêran bike û gelê siwîl bikuje.

XXX
Li Tirkiyê bêyî HDPê hemû partiyên tirk, bi kurtî meriv kane bibêje ji sedî 99,9ê tirkan piştgiriyeke pir xurt didin êrîşa Tirkyê ya ser Efrînê.


Heta bigihîje Azarbeycanê jî piştgirî da êrîşa Tirkiyê.
Heta bigihîje artîsta sînemayê Hulya Koçyîgîtê jî kincên leşkerî li xwe kir, guleyeke topê îmze kir û piştgirîya xwe da kuştina kurdan û dagirkirina Efrînê.

Hulya Koçyigîdê ji bo moral bide leşkerên diçin Efrînê çû Hatayê, bi leşkeran ra risim kişand û axaftinek kir, got:

”Zarokên  min ên qehreman, ji bo ku îro ez bi we ra me, ji bo ku ez li çavên we yên bêtirs dinêrim û bi we ra sohebet dikim pir kêfxweş im. Îro roja jiyana min a herî manîdar e. Cesareta we, evîna we ya welêt, ya alê û helbet dilên we yên wek niqêm(pirlanta)yeko yeko di dilê min da cî girt. Min bi we îftîxar kir û bi hebûna we  careke din şikir kir . Emanetê Xwedê bin, welat emanetî we ye."

Yanî di warê piştgiriya gel da tu problemeke Erdogan û Bahçelî tuneye. Li gorî anketekê ji sedî 90ê tirkan piştgiriyê didin êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê. Ji sedî 10 gotiye na jî kurd in.

CHP jî bi ruh can piştgirya dagirkirina Efrînê dike.
Lê di eynî wextê da ji hukûmetê ra dbêje, temam, Efrînê dagir bikin, heta ji we tê kurdan bikujin, lê bira zirar negihîje Tirkiyê.

Yanî ferqa CHPê ji AKP û MHPê, dibêje kurdan bikujin lê bi rengekî profesyonel bikujin, bira kes nebîne, bira haya dinyayê ji cînayet û qetlîamên me çê nebe.



Gunehê dîrokê bi meriv nayê




Ez nuha li nivîseke xwe ya 13 sal berê rast hatim. Ev demeke ez arşîva xwe, kaxet maxetên kevn serobinî hev dikim.

Min gelek tiştên xweş dîtin. Ji bo wenda nebin û têkevin bloga min peyderpey ezê wan biweşînim. 

Ev nivîs jî 13 sal berê di 17ê temûza 2005a da di malpera Netkurdê da hat weşandin. Lê ji ber ku Netkurd êdî tuneye ev nivîs jî nayê dîtin. Lema jî ez creke din wê diweşînim.

Gunehê dîrokê bi meriv nayê

17/7-2005

Kampanya me ya zimên di nava kurdan da ji texmîna me jî zêdetir deng û olanek baş da.

Piştî me, li welêt jî kampanyayên bi vî rengî hatin destpêkirin. Li gelek bajaran ji bo ku zimanê kurdî di dibistanan da bibe zimanê perwerdeyê ji gel bi dehhezaran  îmze hatin topkirin.

Di nava kurdên  Ewrûpa da jî  kampanyayê tesîrek baş hîşt û bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Tesîra herî baş û bi qedir, gelek malperên kurdî jî piştî gazî û hawara me ji tenga xwe va kampanya vekirin û hinekan jî ji bin da dev ji tirkî berdan û dest bi weşana xurrî bi kurdî kirin.

Her wisa gelek rewşenbîr û nivîskarî jî kampanya Netkurdê baş û di cî da dîtin û bi e-mail û nivîsên xwe beşdarî kampanyayê bûn û piştgiriya xwe nîşan dan.

Lê bêguman kampanyayê ne tenê ev reaksiyonên baş û hewildanên piştgiriyê, di eynî wextê da hin reaksiyonên rexnegirî û ”nîvlidij” jî bi xwe ra anî. 

Ez naxwzim yeko yeko li ser van rexneyên li dijî kampanyayê rawestim. Ezê li ser ziman û rewşa me ya îro careke din çend tiştên gelemperî, hin fikrên xwe yên şexsî bibêjim.

Berî her tiştî divê meriv pirsekê ji xwe bike: Me bi vê kampanyayê ji kurdan, lê bi taybetî jî ji siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd çi xwestiye? 

Bes dema ez dibêjim ”me”, ez li ser navê kesî napeyivim, ez tenê li ser navê xwe dipeyivm û baweriyên xwe yên şexsî dibêjim.

Me gotiye, divê em kurd bi bi zarokên xwe ra û bi hev ra bi tirkî nepeyivin, bi kurdî bipeyivin û binivîsin. Dîsa me gotiye, yên nizanin divê hewil bidin fêr bibin û zarokên xwe jî fêr bikin. 

Ez fêm nakim di vir da çewtî ya jî neheqî çi ye?
Helbet ji tirkî devberdan em jî dizanin ne karekî hêsa ye û di çend rojan da nabe. Ya girîng biryar û hedef e. Divê em kurd biryara xwe bidin; zimanê me ewê tirkî be yan jî kurdî be? Hemû mesele ev e.

Her kes dizane bi zimanê tirkî ji edebiyat, huner, muzîk û bi giştî jî ji kultura kurdî ra xizmet nabe. Her tişt û berhemên  ku em bi zimanê tirkî dixuliqînin bexçê kultur û edebiyata tirkan dewlemend û ya kurdan jî feqîr dike. 

Meriv bi çi zimanî berhemekê bixuliqîne di warê kulturî da jî  ji wî zimanî ra xizmetê dike. 

Wek nimûne. Dema Îzzet Altinmeşe bi tirkî distirê bêguman ji muzîk û edebiyata tirkî ra xizmetê dike, wan dewlemend û geş dike. Û her kes jî vê rastiyê qebûl dike, kes nabêje, ” na wele ferq nake”

Lê dema Şivan Perwer bi kurdî distirê, bêguman ew jî ji muzîk û edebiyata kurd ra xizmetê dike.

Meriv bi kîjan zimanî bistirê û biafirîne, feydeya meriv digihîje wî zimanî û meriv muzîk, çand û kultura wî zimanî dewlemend dike.

Ev yek ne tenê di warê muzîk û edebiyatê da, di siyaset û di hemû warê din da jî wiha ye.

Dema meriv siyasetê bi zimanê tirkî bike erê di warê siyasî da meriv feydeyekê digihîne kurdan, lê di warê ziman da jî meriv kurdan asîmîle dike. Ev rastiyeke ku tu carî nayê înkarê.

Loma jî çawa ku karê Altinmeşe dike ji bo me kurdan ne rast be, siyaseta bi zimanê tirkî jî ne rast e. Her yek di warekî da zirarê dide kultur, çand û edebiyata kurdî û kurdan asîmîle dike.

Li gel ku ev yek hewqas vekirî û li ber çavan e jî, lê dîsa jî gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurd vê rastiyê qebûl nakin û bi xemsariyeke mezin li asîmîlebûna miletê xwe temaşe dikin. 

Û ne tenê temaşe jî, bi kirin û helwestên xwe jî vê prosesa helandina zimanê kurdî bi lez û beztir dikin.

Gelo çawa dibe ev mirovên ku ji bo rizgarbûna vî miletî hewqas eziyet û cefayê dikşînin, îşkence û tadeyên nedîtî dibînin, bi salan di zindanan da dirizin, lê dîsa jî vê rastiya hêsan û vekirî, yanî xetera asîmîlasyonê nabînin?

Bi baweriya min sebeb pir hêsan e. Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk ne di warê siyasî da, lê di warê asîmîlasyona kulturî da bi ser ketiye û ev serkeftina xwe ya kulturî jî bi piraniya siyasetmedar û rewşenbîrên kurd daye qebûlkirin. Yanî kela ji hundur da hatiye girtin, îşxalkirin.

Wek tê zanîn tirkan welatê me bi darê zorê dagîr kirine û em jî ji xwe ra kirine kole. 

Di esasê xwe da em hemû kurd(kurdên bakur) êsîr û koleyên dewleta tirk in. Û ji xwe camêran vê muameleyê jî bi me ra dibînin. 

Lê di vir da tiştê herî balkêş, me kurdan tu carî ev êsîrî û koletiya siyasî qebûl nekiriye. Erê dagîrbûna(îşxala) welatê me realîteyeke. 

Lê me ev realîte tu carî qebûl nekiriye. Ji bo ku em vê realîteya siyasî biguherin em partiyan û gelek rêxistinên din çê dikin û di gelek warî da jî bi canfîdayî li ber xwe didin. 

Yanî refleksa me ya li hember dagîrkirina welatê me pir sert û bêkomprimîs e. 

Siyasetmedar, rewşenbîr û kadirên kurdan yên şiyar û têgihiştî  tu carî ev realîte, yanî dagîrkirina welatê xwe qebûl nekirine û nakin jî.

Lê ev refleks û reaksiyona ku em di warê siyasî da nîşan didin, em di warê asîmîlasyonê da nîşan nadin. 

Em dagîrkirina welatê xwe ya fizîkî û siyasî qebûl nakin û ji bo vê realîta ku ne rastiya me ye biguherînin, gelek fedakariyan dikin û bedêlên gelek mezin didin.

Ev yek jî nîşan dide ku dewleta tirk ne di warê îşxala siyasî da, lê di warê asîmîlasyonê da bi ser ketiye.

Yanî em asîmîlasyonê êdî wek rastiyeke xwe qebûl dikin û teslîmê wê dibin.
Ev jî destpêkirina wendabûna miletekî ye. Dîrokê gelek carî nîşan daye, dagirkirina welatekî miletekî naqedîne, lê asîmîlebûna miletekî dikane wî biqedîne.

Em kurdên Kurdistana Bakur wek netewe rû bi rûyê vê xeterê ne. Ji ber ku zarokên me êdî bi piranî bi kurdî nizanin. Ev jî destpêka qedandina me ye. 

Berpirsiyar û mesûlên vê yek jî ne milet e, rêberên milet in, yanî kesên siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr in.

Divê em bizanin ku gunehê dîrokê bi meriv 

PARVE BIKE