22 februari 2018

Careke din derket ortê dijminên me ji me pir jîrtir û biaqiltir in



Li Kurdistana Başûr kurdan teqrîben sedîsedê axa Kurdistanê xistibûn bin destê xwe û hindik mabû bibûna xwedî dewleteke serbixwe. Her tişttemam bû, tenê îlankirina serxwebûnê mabû.

Lê Erdogan bi siyaseteke pir zîrek him nehîşt Kurdistan çê bibe, him erdê ketibû destê kurdan ji destê wan derxist û him jî neyartiyeke pir kûr xist nabêna kurdan.

Hukûmeta AKPê bi dostî û têkliyên xwe yên bi PDKê û Barzanî ra bû sebebê YNK jî xwe nêzî Îranê bike, ew jî têkeve bin baskê Îranê.

Erdogan bi siyaseta xwe ya pir zîrek û têkliya xwe yên aborî yên  bi Barzanî û bi hin kurdan ra nehîşt kurd yekîtiya xwe çêkin û dezgehên dewletbûnê ava bikin. 

Erdogan bi riya dezgehên Gulen, bi têkliyên aborî û telewîzyonan bi hezaran zilam û ajanên xwe xistin nava kudan.

Tirkiyê wek şexs û wek partî bi kurdan ra têkilî danî, destê xwe di serê wan da, lê belê tu carî wek hukûmeteke kurd û Kurdistana Federe kurd nas nakir.

Hîştin PDK û YNK nûnertiyên xwe li Tirkiyê vekin, lê qebûl nekirin hukûmeta Kurdistanê nûnertiya(ofîsa) xwe veke. 

Û ji ber ku kurdên me jî berjewendiyên xwe yên şexsî û partîtiyê si ser yên netewî ra digrin,  li dijî vê siyaseta Tirkiyê ya atî-kurd û Kurdistan derneketin û di vekirina nûnertiya Kurdistanê da israr nekirin.


Bi kurtî gava meriv bala xwe dide 25 salên derbasbûyî meriv dibîne Tirkiyê li hemberî  kurdên Kurdistana Başûr siyaseteke serketî meşendiye û kurdan jî siyaseteke ji bin da malwêran meşandine. 
Lema jî Tirkiye li Îraqê bi ser ket û kurd jî têk çûn...


Yanî careke din derket ortê dijminên me ji me jîrtir û biaqiltir in û lema jî tim ew me dixapînin, lê em nikanin wan bixapînin...

Ji ber ku ew ji me jîrtir û biaqiltir in, di têkiliyan da yê li zirarê derdikevin tim em in. Lema jî Îranê û Tirkiyê kanîbûn li Îraqê di planên xwe da bi ser kevin û rê li ber çêbûna Kurdistanê bigrin.  

Tiştê Tirkiyê li Îraqê li hemberî kurdan kir, nuha li Sûriyê dixe praktîkê. Çawa li Îraqê kurd mecbûrî Bexdayê kirin, erdê rizgarkirî ji kurdan stendin, destihlata wan pûç kirin, dixwazin li Sûriyê jî eynî tiştî bikin.


Tirkiye nuha bi alîkariya Rûsyayê kurdan dipelixîne, desthilatê ji wan distîne, ya jî dixwaze bistîne.

Piştî karê xwe qedand ewê pihînekê li Rûsyayê xwe û dîsa vegere himêza Emerîkayê û Ewrûpayê. 

Çimkî hevaltiya Tirkiyê ya bi Rûsyayê ra ji bo têkbirin û pelçiqandina kurda ye, ji bo demekê ye. Tirkiye piştî karê xwe biqedîne, rê li ber çêbûna federasyona kurd bigre, ewê ji Pûtîn ra bibêje de bi xatirê te.

Tirkiyê di Şerê Cîhanê yê Yekê jî da li hemberî Rûsyayê eynî siyaset meşand. Li hemberî Fransa û Îngiltereyê û kurdan ji Rûsyayê alîkarî girt. Piştî îşî xwe qedand, kurd û komunstên xwe tasfiye kirin, ji Sovyetê ra gotin de bi xatirê we û dîsa vegeriyan himêza Îngilterê, Fransê û Amerîkayê.

Erdogan jî îro eynî siyasetê dimeşîne, bi alîkariya Rûsyayê Efrîna dagir dike, li kurdan dixe, kantonên kurdan ji ortê radike. Roja bigihîje armanca xwe, ewê dev ji Rûsyayê berde. 

Û ji ber Erdogan wiha kiriye Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê ji Erdogan naxeyidin, Tirkiyê ji NATOyê navêjin. 

Netîce meriv kane bibêje Erdogan  di 16 salên îktdara xwe da li hemberî kurdan siayseteke pir serketî meşand û nehîşt li Îraqê Kurdistaneke serbixwe ava bibe û li Sûriyê jî eynî siyaseta serketî dimeşîne.

Li hemberî vê, kurdên Kurdistana Başûr û Rojava siyaseteke malkambax, ne netewî meşandin û lema jî îro miletê kurd di rewşeke pir xerab da ye.

Hêvî dikim her tişt li gorî neyarên me plan kirine nebe û kurd bikanibin ji vê badîreyê xels bibin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE