17 mars 2018

Bîranîna 30 saliya qetlîama Helebçê û fîlmê The Deminer




Do(16/3) me 30 saliya Qetlîama Helebçeyê li Stockholmê bibîr anî.
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, wek her sal, îsal jî komkujiya/qetlîama Helebçeyê li Stockholmê, li Dêra Adolf Fredrîk bi merasimeke dewlemend bibîr anî. 



Erê me Helebçe bibîr anî lê esas ne hewceye meriv 30 salî bi paş da here, nuha jî halê me ji yê dema Helebçeyê ne baştir e. 30 sal berê Helebçe bû, îro Efrîn e. Tiştê îro Tirkiye li Efrînê dike, ji tiştên Seddam li Helebçeyê kirin ne kêmtir e.

Li gel ku ji serma çûk li heva diqefilîn, 7-8 derece di binê sifirê da sar bû, lê dîsa jî gelek kes hatibûn. Programeke bi ser û ber bû, li gel axaftinên mîvanan,  muzîkê jî program dewlemend kir.
Nûnerên gelek partiyên swêdî beşdarî bîranînê bûn axifîn.


Piştî bîranînê ez û xanim û çend hevalên din, me çû li fîlmê ”The Deminer (rakirê mayinan) temaşe kir. Do Gala fîlm bû.

Fîlm 83 deqîqe dirêj bû, Zimanê fîlm bi kurmancî û text bi swêdî bû.
Resjîsorê fîlmê The Deminer Hogir Hirorî, berî fîlm dest pê bike bi axaftineke kin qala çîroka fîlm kir û piştî fîlm jî bersîva temaşevanan da.

Him fîlm bi xwe û him jî agahiyên Hogir Hirorî li ser jiyana qehremanê fîlm Faxir Berwarî da ne mimkûn bû meriv kelogirî nebûya. Dokumenterekî pir serketî ye û ji xwe fîlm di nava salekê da gelek xelat jî girtine.

Faxir Berwarî zabitekî kurd e, ji Duhokê ye û bûye pisporê mayintopkirinê. Faxir, merivekî pir taybet e, bêtirs e, canfîdaye, ji bo canê kesên din xelas bike bi salan, ji sala 2003a ve canê xwe avêtiye tahlûkê û di netîceyê da carekê pir giran birîndar dibe û nigê xwe yê rastê wenda dike û cara duyem jî di sala 2014a da li malekê dema mayinan paqij dike, mayin diteqe û ew û du hevalên wî jiyana xwe wenda dikin.

Agahiyên Hogir Berwarî li ser jiyana Faxir Berwarî da pir bi êş bûn. Li gel ku Faxir Berwarî serbazekî leşkerî ye û qehremanekî bi nav û deng e, lê di halekî pir feqîr da dijî, heta xanîyekî wî jî tuneye, di kirê da ye û gelekê caran nikane kiriya xaniyê xwe bide. 

Û piştî şehîd dikve ji ber ku xanima wî nikane kiriya xênî bide, ji mecbûrî ew û 8 zarokên xwe û malbata pêşmergeyê pê ra şehîd ket, bi hev ra xaniyekî kirê dikin. Yanî malbatên du şehîdan ji ber ku nikanin kiriya xaniyê xwe bidin, bi hev ra xaniyekî kirê dikin.

Ji xwe xaniyê tê da dima jî ne tu xanî bû, qehremanekî wek Faxir Berwarî dibê di wî halê perîşan da nejiya.




Dema min ev agahîya li ser malbat û zarokên Faxir Berwarî ji Hogir Hirorî bihîst hêrsa min ya li hemberî hukûmeta Kurdistanê û serok û partiyên kurdan sed qatî zêde bû.

Serokên kurdan hemû xedî qesir û qonax in, bi pera dilîzin, lê belê canfîdeyekî wek Faxir Berwarî bi salan jiyana bi hezaran mirovî xelas kiriye hîn bê xanî ye, nikane kiriya xaniyê xwe bide.

Bi dîtina min ev yek ji bo hukûmeta Kurdistanê jî, ji bo serokên kurdan jî û ji bo gelê Duhokê jî şerm û rûreşîyeke mezin e. Qet nebe meriv ji zarokên wî ra xaniyek dikirî. Ji bajarekî wek Duhokê jî zengînekî bi xîret derneketiye û ji zarokên Faxir Berwarî ra xaniyek nekirîye. Wek kurdekî ji xwe fedî kir. Şiûrê netewî bi me ra tuneye. Bira hukûmeta we jî, serokatî û zengîniya we jî têkeve binê erdê…


”The Deminer”, fîlmekî ji tesîra wî nayê gotin, di her sahneyê da, piştî her teqînê dilê meriv tê ber devê meriv.

Merivekî ziravpiling, bêtirs û canfîda bi meqeseke biçûk jiyana bi hezaran kesî xelas dike, bi cesareteke dûrî aqil bi meqesa biçûk ya di destê xwe da dajo ser mayinên di binê erdê da û di kemînan da.

Û baş zane mayineke xayin rojekê ewê pê da biteqe û dawiyê li jiyana wî bîne. Lê dîsa jî natirse, dajo ser mayinan.

Dema mayinan derdixe derdê wî yê herî mezin ne mirina wî ye, mirin û birîndarbûna yên dora wî ne, ji yên dora xwe ra dibêje ji min dûr kevin, heger teqiya bira ez tenê bimrin, hûn jî bi min ra nemrin.

Tiştekî din ya muhîm jî, Faxir Berwarî ferq û cudahiyê naxe nabêna tu kesî, tu qewmî û tu dînî. Ji bo wî kurd, ereb, suryanî, asûrî, turkmen hemû yek in û dibê alîkariya hemûyan bike.

Dilekî hewqasî pak û mezin bi her kesî ra tuneye, merivên wek Faxir Berwarî pir hindik in.

Hogir Hirorî fîlmekî dokumenter yê muhteşem çêkiriye, bi gotin nayê îzahkirin, dibê meriv bibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE