12 mars 2018

Dewletên mezin di şerê Efrînê da bêexlaqiyê dikin




Sefîrên Îngilistanê û Fransa yên Neteweyên Yekbûyî û gotine biryara agirbestê tevahiya Sûriyê digre nava xwe, ”lê belê mafê Tirkiyê heye xwe biparêze.”

Ne di biryara agirbestê da û ne jî di beyanên xwe da Amerîka, Fransa, Îngilistan, Rûsya, heta Swêd jî navê Efrînê nagrin devê xwe. Ev durûtî ye.

Tirkiye jî vê valahiya biryara Konseya Ewlekariyê bi kar tîne û dibêje ji ber ku navê Efrnî tuneye, lema biryara agirbestê Efrînê nagre nava xwe.

Helbet dewletên endamên Konseya Ewlekariyê bi zanetî navê Efrînê nexistin biryarê, ji bo ku Tirkiye qetlîamên xwe bidomîne.

Yanî heger bixwestana êrîşên Tirkiyê rawestînin ewê navê Efrînî têxistana birayê. Efendim biryara Efrînê jî digre nava xwe. Tirkiye jî dibêje na û êrîşên xwe didomîne.

Amerîka, Rûsya û hemû dewletên ewrûpî eynî demagojiyê dikin, kîjan devê xwe vedike dibêje, efendim mafê Tirkiyê heye xwe biparêze.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî  Antonio Guterres û berdevkên wê jî eynî durûtiyê dikin. Efendim ”mafê Tirkiyê heye xwe biparêze”!

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî ji Efrînê êrîş birine ser Tirkiyê û Tirkiye jî xwe diparêze.
Tiştekî wiha tuneye.
Kesî ji Efrînê êrîşî Tirkiyê nekiriye.
Tirkiye xwe naparêze, bajarekî, herêmekê dagir dike. 

Tirkiye li hemberî kurdan siyaseteke irqçî û nazîst dimeşîne, lema êrîşî Efrînê dike.

Her kes zane ji Efrînê kesî guleyek jî bera leşkerekî tirk nedaye, kesî ji Efrînê kevirek jî navîtiye ji Tirkiyê da ku Tirkiye jî xwe biparêze.

Li ortê tu êrîş tuneye, kesî ji Efrînê sînorên Tirkiyê derbas nekiriye ku Tirkiye xwe biparêze.

Lema jî gotina ”mafê Tirkiye heye xwe biparêze” demagojîye, sextekarî û durûtîye. Bi fêlbazî piştgrîya êrîşa Tirkiyê ye.

Tirkiye li Sûriyê, li Kurdistana Rojava  hemû kantonên kurdan wek ”korîdora terorê” dibîne, dibêje ezê ne Efrînê tenê, ezê Kobanê jî, Amûdê û Qamîşloyê jî bigrim. Ez qebûl nakim kurd li Sûriyê bibin xwedî federasyon û desthilat.

Yanî sebebê êrîşa Tirkyê ser Efrînê ne xweparastine, dagirkerîye, qebûlnekrina hebûna kurda ye, qebûlnekirina desthilata kurda ye. Erdogan her roj dibêje emê nehêlin li ser sînorên me Kurdistan, dewleteke kurd çi bibe.

Tirkiye viya ji bo Îraqê jî dibêje, Tirkiye qebûl nake kurd li Îraqê jî bibin xwedîdewlet, Îraq serxwebûna kurdan qebûl bike jî Tirkiye dibêje ez qebûl nakim.

Vê siyaseta Tirkiyê ya antî-kurd her kes zane. Lema jî argumenta ”mafê Tirkiyê heye biparêze” demagojî û durûtîyeke mezin e, piştgiriya êrîşkariye Tirkiyê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE