12 mars 2018

Ereb ne layiqî hewqas welat in




Li dinyayê miletekî ji ereban bênamûstir, bêşereftir tuneye. Tenê xurtê kurdan e. Tirkiye li ber çavê 23 dewletên wan Efrînê, bajarê Sûriyê dagir dike, hemû lê temaşe dikin. Yek li dij dernakeve. 

Piştî ereb ev bênamûs bin Tirkiye sibe ewê, Qamîşlo, Mûsilê û Kerkûkê, Zaxo û Duhokê jî bigre.
Ji xwe bi hezaran leşkerên tirk li Îraqê hene.
Lê partiyên me jî ne tu tişt in.



Do li Hewlêrê pêşangeha(fûara) şirketên Tirkî yên li Herêma Kurdistanê dixebitin hate vekirin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûye û gotiye:

"Peywendiyên me tu carî bi Tirkiyîyê ra qut nebûne.êkîliyên me ne di asta berê de ne, lê berdewam in. Tirkiyê berî çend mehan bo Hewlêrê konsulosekî nû diyar kir. Em gelek keyfxweş in ku îro Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ligel me beşdarî merasîma vekirina pêşangeha şirketên Tirkî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin bûye. Ev ji bo me nîşanek baş e. Em hêvîdarin ev têkîlî di demeke nêzîk de bigihêje asteke bilind ”

Sefîn Dizeyî ji ber konsulê Tirkiyê yê Hewlêrê beşdarî fûarê bûye ji kêfa difire û Tirkiyê baş zeyt dike.

Yanî Tirkiye li Efrînê çi dike qet ne xema Sefîn Dizeyî ye, ew ji xwe ra li kar û tîcareta xwe dinêre. Û ji bo wî ya herî muhîm "dostiya" bi Tirkiyê ra ye.

Tirkiye jî Kurdistan ji xwe wek mangeke şîr dibîne û didoşe, çiqas malê wan yê avêtine hebe bi deh qatan difroşin wan.

Piştî ereb û kurd ev bin bêguman Tirkiye ewê Efrînê jî dagir bike û çavsoriyê jî li kurdan bike.

XXX


Birêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji ajansa Sputnîkê da gotiye, Artêşa Tirkiyeyê bi qasî 3-4 kîlometreyan ketiye nava xaka Herêma Kurdistana Başûr.
Bi dîtina min ne tiştekî xerîb e, wek Efrînê dagirkirina Kurdistana Başûr di rojeva tirkiyê da ye û Tirkiyê ji bo vê yekê plan û programên A û B ji zûda amade kiriye.

Lê hukûmeta Kurdistana Başûr û partiyên başûr hîn jî bawer nakin ew jî di devê topê da ne, hîn wer bawer dikin Tirkiye ewê bela xwe ji wan veke.

Ne wisa ye, Tirkiye li Efrînê bi ser keve ewê bitahmije, wek gurê devê wî di xwînê bigire, piştî Efrînê hedefa Tirkiyê Kurdistana Başûr e. Dibê kurd ji nuha da tedbîrên xwe bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE