16 mars 2018

Qey ev roj jî ewê derbas bibin




Jiyan carnan nayê kişandin,
dil carnan pir diweste,
hêvî dudil dibe,
her tirşt li ber çavê meriv bêmane dibe,
meriv ne zane biqîre û ne jî sukût bike.
Ne qîrîn û hawar pere dike
û ne jî bêdengî, qîrîn û hawar dil aş dike
Meriv nizane çi bike?
Jiyan mişt surprîz in,
carnan meriv matmayî dihêle,
heta dişeqizîne.
Fena ku ji asîmanan da gomeyek bi ser serê meriv da bikeve,
fena ku xencerek li dilê meriv keve,
fena ku serbarek li barê meriv zêde bibe.
Meriv nizane dilê xwe li kê rehet bike û li kê rehet neke !
Ji kê ra barek xeber bide û ji ê kê ra nede!
Li kê barek nifir bike û li kê neke!
Cahş û xayin pir in
derd û kula wan ji yên dijmin girantir in
Axir jiyan carnan pir bi êş e,
bi meriv wek zelindarê tahl û tirş e,
wek qîrê li ber çavê meriv reş e...
Em kurd jiyana me bihuşta be jî
ji nişka ve kane bibe dojeh.
û dilşadiya me bibe şîn û girî
Lê xwedê kiriye hêvî tim zora bêhêvîtiyê dibe,
û qey ev rojên reş jî ewê derbas bibe.
Û qey ev milet jî ewê rojekê bigihîje azadiya xwe.
Hêvî di sibe da ye,
dibê meriv îro bêhêvî nebe


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE