14 mars 2018

Tirkiyê dest bi guhertina demografiya Efrînê kiriye




Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê li ser bicîkirina ereban li gundên kurdan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, hêzên Tirkiyê û çeteyên îslamî yên girêdayî Tirkiyê erebên koçber yên kampa Etmê li gundên kurdan yên hatine dagirkirin bi cih dikin.

Tirkiye ji bo ku dagirkeriya xwe li ser kurdan ferz bike, bike heqîqeteke ser zemîn pir ecele dike. Lema jî di nava şer da çeteyên xwe li gundên dagir dike bi cî dike. Ev tiştekî pir cidî ye û dibê hemû kurd li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê rabin û haya dinyayê û NY bigîninê.

Kesên li erd û gundên kurdan hatine bicîkirin ne kesên siwîl in, şirîkê vê dagirkeriyêne û tu ferqa wan û çeteyên Daîşê tuneye. Ji xwe hemû jî malbatên çeteyên Daîşê ne.

Erdogan her roj dibêje ewê Efrînê teslîmî xwediyên wan bike. Yanî ewê kurdan ji Efrînê derxe û ereb û tirkan lê bi cî bike. Wa ye mêrik ji nuha da dike.

Û heger bikanibin ewê Efrînê bi Tirkiyê ve girê bidin. Ev plana Erdogan jî heye.
Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê, di beyana xwe da dibêje ev dagirkerîye û destpêkirina guhertina demografiya Efrînê ye. Tirkiye û çeteyên îslamî bi rengî dixwazin kembera erebî çê bikin.

Komîteya Mafê Mirovan li Efrînê di beyana xwe da hewlên guhertina demografiya Efrînê protesto dike û dixwaze rêxistin û dezgehên navdewletî yên mafê mirovan û NATO û Neteweyên Yekgirtî vê dagîrkerîya Tirkiyê û guhertina demografîk rawestînin.

Li gorî xebera ANFê dewlt koçberên li kampa Wanê, bi taybetî jî xortan dişîne Efrînê. Ev koçber bi piranî afgan û kafkas in, pakîstanî ne. Diyar ew jî ji bo şer e.




Amerîkayê êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê rexne kiriye, Fransayê gotiye tiştê Tirkiye dike dagirkerîye, nizanim Neteweyên Yekbûyî gotiye Efrîn jî di nava agiberstê da ye, vana hebû baş in lê pere nake.
Tirkiye bi gotinê, bi rexnekirinê nasekine, dibê mudaxeleyên cidî werin kirin, dibê Tirkiye were mecbûrkirin. 

Heta Tirkiye neyê mecbûrkirin Tirkiye nasekine.
Çimkî yek, hêza wê ta leşkerî heye, dudu kesên bide kuştin pir in û ya din jî ji bo berdewamiya şer piştgirya gel heye.
Lema jî heta Erdogan zorê, tirsê nebîne şer ranawestîne.


XXX
Welatekî tenê mafê axaftina dewletê lê hebe ji tu gotinê bawer nekin.
Elî Şerîatî

Gava li derekê şewat hebe û yek te dawetî îbadetê bike, bizanibe ew daweta xayinekî ye.
Elî Şerîatî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE