15 mars 2018

YE 3 milyar euro xûgî dide Tirkiyê




Yekîtiya Ewrûpayê(YE) biryar da 3 milyar euro xûgî(harac) bide Erdogan.

Yekîtiya Ewrûpayê sala çûnî(par) jî 3 milyar euro xûgî, ji bo ku Tirkiye koçberên top kirine neşîne Ewrûpayê da Erdogan.

Lê wa ye dikin 3 milyarên din bidinê. Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêje heger tiştê ez dixwzim hûn nedin, ezê tiliya xwe li çavê we xim û belkî jî bikutim we. Heger hûn naxwazin ez bikutim we, dibê hûn her sal herî kêm 3 milyar uro bidin min, ji bo ku ez kanibim çeteyên xwe yên îslamîst xwedî bikim.

Û YE jî ji bo ku "qûna" xwe ji ber kutanê xelas bike, her sal 3 milyar euro xûgî dide Erdogan.

Erdogan jî bi vê xûgiya ji Yekîtiya Ewrşpayê distîne qismekî pê sîlehan dikire û qismekî jî li çeteyên Daîşê, Nusrayê û çeteyên din belav dike.

Yanî meriv kane bibêje meaşê çeteyên Daîşê yên bi Artêşa Tirk ra Efrînê dagir dikin û kurdan dukujin Yekîtiya Ewrûpayê dide.

Tirkioye çeteyên îslamî top dike, perwerde dike û dişîne Sûriyê û ser kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê jî meaşê wan dide.

Erdogan baş fêm kiriye serokên Yekîtiya Ewrûpayê çi fisek, kêmaqil, tirsok û bênamûs in.

Lema jî mêrik wek boxa li ser Yekîtiya Ewrûpayê diçêre, ji kîsê YE bi hezaran çete û qatilên îslamî fînanse dike. Û bi van çeteyan jî Sûriyê tevlihev dike, Ewrûpayê tehdîd dike û Efrînê dagir dike.

Meriv kane bibêje yê rejîma Erdogan ya îslamî-faşîst fînanse dike Yekîtiya Ewrûpayê, bi saya xûgiya ew didin Erdogan, ev rejîma ceberûrrûd kane li ser hukim bimîne.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE