16 april 2018

Talankirina Efrînê bênabên berdewam e




Tirkiye bi çeteyên xwe malên kurdan talan dike
Ji Efrînê xeberên pir ne xweş tên. Tirkiye bi çeteyên xwe yên îslamî kurdan terorîze dike, malên wan dide talankirin.

Çeteyên Tirkiyê digrin ser gundan, xelkê digrin, ji malên wan derdixin û dû ra malên wan, qir û qafên wan, aletên elektronîk, telewîzyon û tişt miştên nava malê didizin û didin erebên li gund hatine bicîkirin.


Ev îşê Tirkiyê ye, ji bo ku demografiya Efrînê biguhere bi çeteyên xwe kurdan terorîze dike, dixwazin kurdên mane jî ji herêmê derxin û malbatên çeteyên xwe yên Daîşê, Nusra, Ceyşul Şam û yên din bi cî bike. 

Rûsyayê û rejîma Esed hemû çeteyên Gutayê û Dûmayê teslîmê Tirkiyê kirin. Tirkiye nuha van çeteyên xwe li herêma Efrînê bi cî dike. Ji van malbatên çeteyên Tirkiyê ra qir, qafên nava malê lazim in, lema malên kurdan talan dikin û didin van malbatên çeteyên xwe.

Dibê berpirsiyarên kurdan, PYD vê terora Tikriyê bigihêne Neteweyên Yekbûyî, Amerîkayê, Fransa û Îngilistanê. Ev gilî tavilê ewê netîceyê nede, lê dû ra ewê bide. 

Yanî hemû sûcên Tirkiye li herêma Efrînê dike dibê bibe belge û di medyaya dinyayê da were belavkirin. Tiştê nuha meriv bike ev e, dibê em hemû qetil û sûcên Tirkiye çi bi xwe û ji çi jî bi çeteyên xwe dide kirin li dinyayê belav bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE