24 maj 2018

Heta 3ê hezîranê bi xatirê we…



Sibe ez û xanim rêwî ne.
Gelî dost û hevalan, ji bo du hefteyan ez dikim ji we dûr kevim. Sibe zû ez û xanim diherin ger û seyraneke kin, deo rojan ezê ji we dost û hevalan dûr kevim. Di 3ê hezîranê da emê vegerin. 

Sibe bi xêr emê herin Malmo û ji wir jî emê herin Danîmarka, Polonyayê Rostok, Kozsalinê.  Dû ra emê herin Gdanskê.


Ji wir emê herin paytexta Litauen Vilniusê û Gizycko. Dû ra jî Rîga û Talînê. 

Yanî emê bi rêber li 4 welatan (Polanya, Estonya, Lîtwanya, Letonya) û  li çend bajaran bigerin.

Û di 3ê hezîranê da jî emê bi botê vegerin Stockholmê.
Heta wê çaxê ne di blogê da û ne jî di Fbê da ez bawer nakim ez kanibim tiştekî binivîsim. 

Ez kompîtorê bi xwe ra nabim û naxwazim li tahtîlê jî binivîsim, dixwazim çend rojan be jî serê min vehesiyayî be. 

Bi vî hawî hûnê jî 10 rojan ji nivîsên min yên rojane xelas bibin. Ez zanim min gelkî serê we êşand. Deh rojan hûn jî rehet bikin.


Lê belkî hin risman belav bikim. Di înternetê da ez zêde ne jîr im lê belavkirina risman zêde ne zor e. Heger telefona min bixebite ezê carnan we ji xwe haydar bikim.

Ez sibe êvarî li Malmö me. Dusibe emê bi rêkevin.

De heta 3ê hezîranê bimînin di nava xêr û xweşiyê da. Hêvî dikim heta ez vegerim halê kurdan xerabtir nebe…

2 kommentarer:

PARVE BIKE