22 maj 2018

Ji bo hilbijartinên tirkan dibê em dilê hev nehêlin



Gelek kurd pir angajeyî hilbijartinên tirkan bûne. 

Herin meclîsa tirk ewê çi be, neçin ewê çi be !

Ez bi xwe ne taqîb dikim ne jî ehemîyetê didimê kî dibe, kî nabe ji bo min zêde ne muhîm e.
Çimkî kî qezenc bike jî ji bo kurdan ferq neke, emê her bindest bin.

Ez di nabêna bindestiya AKP-MHPê û ya CHP-IPê da tu ferqê û cudahiyê nabînim.

Erdogan, Akşener, Înce, Karamollaoglu, Demirtaş kîjan bibe ji bo me ferq nake.


Kurdan bi hev ra boykot bikira baş baş bû lê nakin Kî qezenc dike, kî qezenc nake pir ne muhîm e, seba wê dibê em dilê hev nehêlin, dostiya nabêna xwe xera nekin.

Hilbijartin ya tirka ye, ji me ra tiştek tê tuneye. Piştî ku em bi nasnameya xwe, li ser navê welatê xwe beşdar nebin, çend kurd bibin parlamenter ne muhîm e.

XXX
Aqilê tirkan hebe ewê salê carê hilbijartinekê çê bikin û kurdan baş bera hev bidin. Tu tişt bi qasì hilbijartinan kurdan nake neyarê hev. Tirk berpirsiyarên xwe diguherin, meclîsa xwe nuh dikin kurdên me dikevin gewriya hev.
Emê kînga biaqil bibin ez nizanim...

Enwer Karahan Aqilê tirkan nebes bû îcar tu jî di ser de êqil dide wan kek Zinar...

Zinarê Xamo Ez zanim guh nadin aqilê min. Lé ji bo xatiré te ez kanim "Xwedê kir ew aqil bi wan ra tuneye" lê zêde bikim...

XXX

Heger me kurdan ji dîroka xwe îbret û ders bigirta em wiha nediketin gewriya hev. Ji ber îbretnegirtina ji dîrokê li Kurdistana rojava, başûr û bakur em li hev nakin û nikanin bibin xwediyê cephe û siyaseteke netewî. 

Ji dêlî ku hemû hêzên kurd wek bira dest bidin hev û li hemberî dijminên xwe yên mişterek hêza xwe xurt bikin, wek xêrnexwazên hev davêjin ji hev da û gav û saetê li nigên hev dixin, hev û du reş dikin.

Em ji bîr dikin ev xêrnexwazî û berberiya me ya li hemberî hev, me qels û neyarên me jî xurt dike.
Serkeftin bi yekîtiyê mimkûn e, em hemû bi viya zanin ,lê nakin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE