06 maj 2018

Ji bo yên dixwazin Zinarê Xamo nas bikin


Çar sal berê(2014) Sedat Erdoglu ji bo fergengekê bi min ra hevpeyvînek kiribû. Ez nuha rastî wê hatim. Ferhenga digot weşand ya ana ez nizanim, heta nuha ji min ra tiştek negot. 

Ji bo ku hûn Zinarê Xamo hinekî ji nêz ve nas bikin fermo hevpeyvînê bixwînin.

Nav û Nasnav: Zinarê Xamo

Navê cenabê te  çi ye? Navên te yê fermî û  navê di nivîsên xwe de bi kar tînî çiye?

Navê min yê berî nivîskariyê  A. Vahap Kumruaslan bû. Lê ji sala 1980î da ye min dev ji vî navî berdaye û bi navê Zinarê Xamo têm nasîn û dinivîsînim.

Jidayikbûn û agahîya malbatê:

Tu kîjan salê û li ku  derê hatiye  dinyayê /jidayik bûye: (gund,şaredar,herêm)


Ez di sala 1950î da li Wêranşara qeza Rihayê hatime dinê û heta sala 1979a jî li wî bajarî jiya me.

Ez ji eşîra Çûva, ji bera Xamoya me. Loma jî ji malbata me ra dibêjin “mala Xamo”.

Navê dê û bavê te çiye? Bi kurtî dikarî behsa malbata xwe bike?


Navê bavê min Bûbo ye û navê diya min jî Efrê ye. Ji bavê min ra digotin Bûbê Xamo. Bavê min merivekî kurdperwer bû. Di dawiya salên 1960 û destpêka 1970î da li Wêranşarê serokatiya partiya TIPê(Partiyê Karkirên Tirk, 1961-1980)kir.
Diya min jineke nexwenda, gelekî bi xîret û fedekar e. Meriv dikane bibêje em 5 bira û du xwişk wê mezin kirin.

Malbata we bi çi navî tê naskirin? 

Malbata me li Wêranşarê wek mala Xamo tê naskirin.

Di malbata we de niviskar yan hunermend  hene ? (ger hebe navê wan çiye?)

Na xêr, ji malbata me kesê nivîskar ya jî hunermend tuneye.
Tu zewicî ye? Ger zewicî ye çend zarokên te hene?

Belê ez zewicî me û çar zarokên me hene, sê lawik û keçikek.

Jiyana xwedin, aborî û sîyasî:
Te xwendina xwe li ku destpê kir û li ku qedand?

Ez qet neçûme mektebê, min mekteb nexwendiye. Ez xwendin û nivîsandinê dû ra, xwe bi xwe fêr bûm. Ji ber ku wek her zarokî ez neçûmbûm mektebê bi min pir zor dihat.

Min ji xwendinê pir hez dikir, loma min xwe fêr kir. Dû ra piştî ez mezin bûm, ez ketim îmtîhanan û min dîplomeyên dibistana pêşî  ya  navîn (ortaokul) wergirt.

Aniha jiyana xwe li ku berdewam dikî? (Ger ji welêt dûrketî ye sedema wê çibû?)

Ez nuha li paytexta Swêd, li bajarê Stockholmê dijîm. Ji ber sebebên siyasî di dawiya 1979a da ji welatê xwe û ji bajarê xwe derketim û di sala 1980î da hatim li Swêd bicî bûm.

Jiyana Niviskarîyê:

Te çi demê dest bi nivîskariyê kiriye? (Nivîsa te yekem car li ku hate weşandin? Kowar,rojname, rupela înternet hwd.)

Min di sala 1980î da, piştî ku derketim dervî welêt dest bi nivîsandina kurdî kir. Cara pêşî min di kovara ARMANCê da nivîsî.

Dû ra min di kovarên zarokan Hêlîn û Hêviyê da, di kovara Federesyona Komeleyên Kurdisatanê li swêd Berbangê da nivîsî.

Wekî din jî di gelek kovar û rojnameyên kurdî da nivîsên min derketine.


Di malperên wek Netkurd, Rizgarî û Kurdînfoda da jî min nivîsîye. Ji sala 2007a û virda blogeke min xurrî kurmancî heye. 

Ez blogerê kurd yê pêşî me, bloga min xwerû bi kurdî ye. Ez hema hema her roj dinivîsim. Dîsa ji sala 2008a û virda ye facebooka min jî heye. Li vir jî ez her roj dinivîsim.



Di destpêka nivîskariyê de tu di bin bandora kê de bû? Kê/ çi bador li te kir?


Bandora kesî li min çênebû. Ji ber ku ez neçûbûm mektebê loma jî hesreta xwendin û nivîsandinê di dilê min da hebû. Bi vê hesretê min dest bi nivîsandinê kir. 

Min ji nivîsandina kurmancî pir hez dikir. Zimanê min, kurmanciya min li gorî gelek kesan pir baştir bû û min ev yek didît. Tiştê kêm destpêkirin bû.

Û gava li derveyî welêt, di kovara Armancê da ev îmkan ji bo min çê bû, min ji kovara Hawarê xwe fêrî rastnivîsîna kurdî kir û nivîsî.

Tu bi çend zimanan zanî û  nivîsên xwe piranî bi kîjan zimanî  dinivîse?

Kurmancî ji xwe zimanê diya min e, ne hewceye ez bibêjim.

Wekî din ez bi tirkî û bi Swêdî zanim. Bi tirkî kanim binivîsim, lê pir û pir ne mecbûr bim nanivîsim.

Ji bo ku bi tirkî bipeyivim û binivîsim dibê yê hemberî min bi kurdî nizanibe.

Bi swêdî dipeyivim, lê nikanim binivîsim. Lê wergerê dikanim û carnan jî dikim.

Min romana Susanna Tamaro(Bide dû dilê xwe) ji swêdî wergerand kurmancî.

Heta niha çend berhemên  te çap bûne ? (Navê berhem, cûreyê wî , navê weşanxaneyê, sala çap bûye, li kîjan bajarî çap bûye)

Heta nuha sê berhemênmin çap bûne.

1-Hindik-Rindik. Pêkenîn. Weşanxane APEC, sal 1998.

2- Bide Dû Dilê Xwe.  Roman, werger ji swêdî. Weşanxane Doz, sal 2002.

3- Antolojiya Çîrokên Zarokan. Xemîşok(çîrok, fabil). Weşanxane APEC, sal 2008.

Di çi babetê de dinivisînî? Bi kurtî dikarî behsa  berhemên xwe bikî?

Ez nivîsên civakî, rexneyî, edebî, kulturî û siyasî dinivîsim. Ez bêtir meqaleyên cûrbecûr dinivîsim, kêfa min ji nivîsên siyasî û civakî ra tê. Lê ji  xemîşokan (çîrok, fabil, masal), pêkenokan û nivîsên satîrîk jî hez dikim û dinivîsim.

Nivîskarên hevalên te yan jî ji herêma  te yên nas hene?  Ger hebin, navên wan çine? Tu dikarî pêwendiyên min ligel wan bike?

Ji herêma me ez kesî(nivîskar) nas nakim.

Silav û Rêz 

5 kommentarer:

  1. Mamoste ez dixwazim pirsek ji te bikim. Gelek Kurdên me yen Ewropa dijîn û nivîskirina Kurdî hîn nabin. Li gelik malperan da jî nivisîn van tirkî ten veşandin .Ev kes çima xwe mecbur nabînin ku Kurdî binivîsin. Xwedê temenekê direj nasîbê te bike.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

      Radera
    2. Mesele ne cî û war e, mesele daxwaz û xîret e. Tesîra asîmîlasyonê, zeîfiya bîra, şiûrê netewî heye. Wek min got, asîmîlasyonê di dilê hin kesan da agirê kurdayetiyê vemirandiye.

      Radera
    3. Mesele ne cî û war e, mesele daxwaz û xîret e. Tesîra asîmîlasyonê, zeîfiya bîra, şiûrê netewî heye. Wek min got, asîmîlasyonê di dilê hin kesan da agirê kurdayetiyê vemirandiye.

      Radera
    4. Tu rast dibeje mamoste. Xebera te ye.

      Radera

PARVE BIKE