24 maj 2018

Karkirê mala xwe me û şîrînê ber dilê xanimê me



Zinaré Xamo dîsa zend û bendên xwe vemalt û wek xortekî 20 salî dest bi kar kir.

Camêr karkirê mala xwe ye şîrînê ber dilê xanimê ye...
Piştî karê wiha giran destê xwe di av asar û germ da nakim, her tişt tê ber nigê min. 


Ez nizanim hemû jin(pîrek)wiha ne ya xanima min tenê wiya ye, roja ez li ber kompîtorê pir rûdinim, madê wê dibe sîreke, pê ra nayê peyivandin, ji bo bi min da biteqe li peleke nexwendî digere.

Lê roja ez ji malê ra kerekî dikim, di cî da beşera wê diguhere, kenek digre rû, şekir ji dev dibare.
Yanî îro îşê min pir baş e…

2 kommentarer:

  1. Xalo, welleh helal be ji te re.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê min hinek pesin û helal be ji te ra heq kiriye...

      Radera

PARVE BIKE