23 maj 2018

Li ser xewna Salihê Kevirbirî



Ez bîstek berê ji xew rabûm, min qahwa xwe ya sibê da ser, xwirîniya xwe hazir kir û dû ra jî wek her tim rahîşt telefona xwe û di ekranê da bala xwe da logoyên Twitterê, Facebookê, WhatsAppê, Viberê, Outlockê, Gmailê, Messingerê hela ka ji min ra çi hatiye.

Bi vekirina Fbya xwe ra nivîsa Salihê Kevirbirî û rismê min ê profîla min derket hemberî min. Bi meraq min nivîs vekir û xwend. Surprîzeke xweş bû. Keniyam, kêfxweş bûm. 

Dinya tije surprîz in. Bi taybetî jî dibê kurd tim ji surprîzan ra hazir bin.


Bîna qahwê hat pozê min, deng ji makîna qahwê hat, qahwa min hazir bû, dibê min bersîva Salih bihîşta piştî xurîniyê...

Gerok û rojnamevanê bi nav û nîşan Salihê Kevirbirî şevê çûnî  ez di xewna xwe da dîtime. Ez û wî li Stenbolê bi hev ra bûne, rojeke pir Sar bûye, min ji serma Stenbolê gazin kiriye. Di vê nabênê da gazinek ji min kiriye, gotiye:

”Mam Zinar, ez di instagramê de te dişopînim, lê tu min naşopînî. Hela hevaltiyê bişîne ku tu jî êdî min bişopînî."

Lê ji şansê wî yê xerab ra berî ez bersîvê bidimê saeta wî lêketiye û  şiyar bûye, lema jî nikanîbûye bersîva min bibihîze.


Xewn wiha ye, gelekê caran nabe serî, nîvçe dihêle, diqurmiçîne. Ji bo ku bizanibe ji bo çi ez wî naşopînim ez bersîva xwe li vir dubare bikim.

Wê rojê jî min nivîsand, bi rastî ez ji heqê Înstagramê qet dernayêm û heta çendakî berê jî min qet bi kar neanîbû. 

Lê ev demeke ez bi telefonê hin rismên xwe belav dikim. Ew jî ji ber ku bi telefonê rehet e.

Lê ez Înstagramê tu carî wek Twîtterê û Fbê bi kar naynim, her roj lê nanêrim. Wê rojê min xwest fêr bibim lê min dît ne karê min e, pir zor e û zêde tevlihev  û qelebalix e.

Ji ber ku li Înstgramê nanêrim kesî jî nabînim û naşopînim. Ji xwe min nizanîbû dibê meriv wek Fbê daxwaza hevaltiyê bişîne. Wê rojê bêhemdî min dît çend kesan ji min ra nivîsandine lê haya min jê tunebû.

Di warê teknîkê û naskirina medyaya soyal da ez merivekî paşdamayî me, jê fêm nakim, nizanim bi kar bînim û kêfa min jî zêde Înstagramê û You Tubê ra nayê. 

Gava kêf û meraq tunebe meriv fêr nabe. Û ji min Înstagram û Youtube zêde ne hewce ye jî, tiştê ez di blogê, Fbê û Twîtterê da dikim têra min dike.

Înstagram û You Tube zêde qelebalix e, min gêj dikin. Û ne motajê wan im jî.

Ji xwe You Tube heta nuha min qet bi kar neanîye û newêrim xwe nêz jî bikim. Tu karekî pê bikim tuneye. Ez fîlman, vîdeoyan belav nakim.

Herçî Înstagram e tenê carnan hin rismên xwe bi telefonê belav dikim, ew jî ji ber ku ne zor e.

Yanî sebebê ez Salihê Kevirbirî naşopînim ev e, ji ber ku ez Înstagramê wek Fbê û twitterê bi kar naynimdaim bi kar naynim. Di xewnê da jî miheqeq minê ev gotiba.  

Lê piştî vê gazinê min halê xwe kir hal û daxwaza hevaltiyê ji Salih ra şand, hêvî dikim min rast kiribe û daxwaz çû be.

Xort, hoste û rojnamevanên wek Salihê Kevirbirî dibêjin belkî ez jî wek wan hosteyê vî îşî me. Ne wisa ye, dengê defê ji dûr va xweş tê, ez bi destopelkê û hinekî jî bi xêra Emer Faruk Baran van îşan dimeşînim. 

Tiştê herî xweş û rehet bloga min e û dû ra jî Fb ye, ez van herduyan bi dûzan bi kar tînim, çimkî bi kêrî karên min tên. Tabî dibê heqê Twîtterê jî nexwim, di wê da jî lînkên nivîsên xwe belav dikim û carnan jî çend gotinan dinivîsim.

Salihê delal, hêvî dikim ev bersîva min dilê te têke cî. Lê êdî di Înstagrama malwêran da jî em hevlên hev in. Ji nuha û pê da ezê carnan di Înstagramê da jî rêya xwe bi te xim û silavekê bidim te…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE